Hejmara pêketîyên Koronayê li Hindistanê ji 18 mîlyon kesan derbas bû
Hindistanê duh pêncşemê ragihand ku hejmara pêketîyên COVID-19 ji 18 mîlyonî derbaz kiriye ku ew jî rekoreke nû ya cîhanê ye.
Wezareta Saxlemîyê ragihand ku di nava roja borî de 379,257 pêketinên nû hatine tomarkirin û 3,645 kesên din jî jîyanên xwe ji dest dane ku ew jî ji destpêbnûna pandemîya vir ve rêjeya herî bilind e.
Hindistan ku li cîhanê nîfûsa herî mezin ya duyê ye, di krîzeke kûr de ye jiber ku li nexweşxane û morgan cîh nemane û karmendên saxlemîyê nikarin bersîvdana zêdebûna domdar ya pêketinan bidin.
Karbidestên saxlemîyê bal dikşînin ku ew êdî mecbûr bûne ku trenan û otelan bikin navendên lênerîn û çavdêrîya krîtîk ya nexweşên COVID 19.
Hikûmeta Hindistanî bi hêvîya pêşîgirtina belavbûna vîrusê biryar daye ku hemî kesên ji 18 salî mezintir werin vaksîn kirin.