Nîsan 23, 2021 09:25 Asia/Tehran
  • Pûtîn ji serokomarê Ujraynê xwest ku biçe Moskoyê

Serokomarê Rûsiyê wek berteka li ser vexwendina hevpîşeyê xwe yên ukraynî jibo hevdîtina li navçeya kêşeliser a Dûnbasê li rojhilatê Ukraynê, ji wî xwest ku bo hevdîtinê biçe Moskoyê.

Li gorî rapora IRNAyê, Vladîmîr Pûtîn roja Pêncşemiyê di hevdîtina digel Elêksandêr Lokaşênko serokomarê Blarûsê li koşka Kirêmlînê got: Heke Vlodîmîr Zilinskî serokomarê Ukraynê dixwaze têkiliya tev Rûsiyê vejîne, ez amade me ku di her derfetekê da li Moskoyê pê ra bicivim.

Pûtîn got: Heke rayedarên ukraynî dixwazin derbarê navçeya kêşeliser a Dûnbasê gotûbêj bikin divê ddestpê bi serokên komarên xwebinavkirî yên Dûnitsk û Lohanskê ra gotûbêj bikin û piştra bi Rûsiyê ra.

 

 

Serepeyv