Nîsan 10, 2021 23:35 Asia/Tehran
  • Pentagon bo Rûsyayê: Hebûna keştiyên me li gor Montroyê ye

Wezareta Berevaniya Amerîka îdia kir ku hebûna keştiyên wê yên şer li Derya reş rûtînî ne û ew yek bi hemahingî li gel Tirkiyê û li gorî rêkeftian Montro tê kirin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby îdia kir, Operasyonên li Dereya Reş û li hemû navçeyên karekî rûtînî ne û ew behsa karê siberojê nake.

John Kirby got jî, tiştek nû di karê wan yên li Derya Reş de nîne.

Ev gotinên Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka piştî wê yekê hatin ku medya Tirkiyê ragihandibû ku du keştiyên wan yên şer di kenala Bosfor re derbasî Deryaya Reş bûne.

Cigirê Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Aleksandr Gruşko gotibû ku keştiyên şer yên Amerîkayê yên ku derbasî Derya Reş bibin, divê dema mayîna keştiyan li gorî rêkeftina Montroyê be sînordar be.

Beriya daxuyaniya Gruşko, Amerîka ragihandibû ku 2 keştiyên wan yên şer dê di tengavên Tirkiyê de derbasî Derya Reş bibin û heta 4ê Gulanê li wê derê bimîne.

Li gorî Rêkeftina Montroyê beriya ku Amerîka Keştiyên xwe yên şer bişîne Derya Reş, divê beriya 15 rojan agahiyê bide Trikiyê.

Serepeyv