Nîsan 10, 2021 14:25 Asia/Tehran
  • Pentagon: Rûsya li ser sînorê Ukraynayê hêz kom dike

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby diyar kir ku ji sala 2014an ve cara ewil e Rûsya li ser sînorê Ukraynayê ewqas çek û serbazan kom dike.

Jojn Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de, çek, cebilxane û serbazên ku Rûsyayê li sînorên rojhilat ên Ukraynayê bi cî dike, rexne kir.

Kirby destnîşan kir ku Moskowa niyeta xwe ya rasteqîn vedişêre, ew hêza li wê derê dide ser hev jî dibe sedema fikarê û bi kêrî îstiqrara herêmê jî nayê.

John Kirby eşkere kir ku bala wan li ser wê xetereyê ye ku Rûsya li herêmê dibe sedem.

Li ser mijara nûçeyên ku dibêjin Amerîka du keştiyên serbazî dê bişîne Derya Reş, Kirby got ku wekî her gav hêzên leşkerî li gor rê û rêzikên Peymana Geliyan a Montroyê û bi koordînasyona Tirkiyê re şandine Derya Reş.

Serepeyv