Propagandaya neteweperestane ya Tirkiye û Komara Azerbaycanê li dijî Ermenistanê
Adar 31, 2021 17:27 Asia/Tehran
Berpirsê Ofîsa Mafên Mirovan a Ermenistanê ji propagandaya neteweperestane ya Komara Azerbaycanê û Tirkiyê li dijî Yêrîvanê rexne kir.
Li gorî rapora Armen Newsê, Arman Tatûyan got: Enqere û Bakû bi dewama propagandaya neteweperestiyê li dijî Ermenistanê, li dijî sozên xwe yên navneteweyî piştî lihevkirina aştiyê tevdigerin.
Li gorî gotina Tatûyan, Ilham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê di heftemîn Kongreya Partiya Azerbaycana Nû ragihandiye ku nifşûa nû ya vî welatî bi hestên dijî dijmin hatiye perwerdekirin.
Ev di rewşekê da ye ku Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê jî di meşa leşkerî ya Bakûyê, şerê Qerebaxê bi bûyerên serdema hikûmneta Osmaniyan va qiyas kiribû.