Sibat 05, 2021 09:11 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlekariyê ya NY'yê ji Guterres dixwaze çavdêrên agirbestê bişîne Lîbyayê

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi peyamekê ji Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres xwest ku çavdêran bişîne Lîbyayê da ku agirbestê bişopînin.

AFP’ê hûrgiliyên peyama Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî belav kirin û wiha tê de hat: "Di demekê de ku endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wesiyetên guharendina mîsyona şandeya NY’yê ya piştgiriya Lîbyayê lêkolîn dikin, endam ji we dixwaz dikin ku bi lez çavdêran bişînin Lîbyayê, da ku agirbestê bişopînin."

Aliyên dijber ên li Lîbyayê, agirbestek bi sponseriya NY’yê di dawiyê Cotmeha borî de îmze kir, ew jî di encama xebatên rêxistina navneteweyî ya derxistina vî welatî ji aloziyê de, pêk hat.

Peyman piştî civînên komîteya leşkerî ya 5+5 ku çend rojan li Cinêvê li dar ketiye, pêk hat.

Serepeyv