Li Rûsyayê 17 hezar û 741 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatin tomar kirin
Çile 27, 2021 14:56 Asia/Tehran
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 71 hezar pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên dawiyê yên îro 27.01.2021ê li Rûsyayê 17 hezar û 741 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li wî welatî geheştiye 3 milyon û 774 hezar û 672 kesan.
Herwaha li Rûsyayê 594 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî li Rûsyayê ji ber pêketina bi vîrusa koronayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheştiye 71 hezar û 76 kesan.
Hat ragehandin heta naha li Rûsyayê 3 milyon û 202 hezar û 483 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.