Ermenistanê ji daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê derbarê Qerebaxê pêşwazî kir
Çile 23, 2021 08:13 Asia/Tehran
Ermenistanê ji daxuyaniya Konseya Ewropayê derbarê hebûna terorîstan li navçeya Qerebaxê pêşwazî kir.
Li gorî rapora Armen Newsê, Ana Neqdeliyan Berdevka Wezareta karên derve ya Ermenistanê got: Konseya Ewropayê girîngiyeke zêde daye vegerandina hêsîrên Ermenistanê û destnîşan kiriye ku cinayetên cengê yên Komara Azerbayîcanê nabe ku bê bersiv bimînin.
Wê got: Tirkiye nabe ku bi tu awayî bi riya leşkerî di qeyrana Qerebaxê da mudaxile bike û divê dest ji siyaseta neavaker li Qefqazê bikişîne.
Berdevka Wezareta karên derve ya Ermenistanê her wiha ji Komara Azerbayîcanê xwest ku rê li ber xerakirina şûnwarên dîrokî û mezhebî li Qerebaxa Çiyayî bigire û jibo veguhestina alîkariyên mirovdosatne bo van navçeyan hevkarî bike.