Di erdheja li Hirvatistanê de 7 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i322712-di_erdheja_li_hirvatistanê_de_7_kes_mirin
Di erdheja bi pileya 6.4 a li Hirvatistanê (Kirvatistan) pêk hatî de 7 kes mirin ku yek ji wan zarokek bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2020 07:33 Asia/Tehran
  • Di erdheja li Hirvatistanê de 7 kes mirin

Di erdheja bi pileya 6.4 a li Hirvatistanê (Kirvatistan) pêk hatî de 7 kes mirin ku yek ji wan zarokek bû.

Di erdheja li herêma Sîsak a 50 kêlometre dikeve başûrê Rojhilatê paytexta Hirvatistanê Zagrebê pêk hat de, 7 kes mirin ku yek ji wan zarokek bû. Hate ragihandin ku birîndar jî hene.

Enstîtûya Jeofîzîkî ya Emerîka ragihand ku erdhej li bajarê Sîska ya 50 kêlometre dikeve başûrê rojhilatê paytext Zagrebê pêk hatiye.

Ji ber erdhejê bajarê 20 hezar kes lê dijîn heta sibehê li derve bûn, hate ragihandin ku li bajar elektirîk nîne.