Kanûn 22, 2020 08:23 Asia/Tehran
  • Bi milyonan vîzon hatin kuştin, wê ji bin axê werin derxistin

Danîmarkayê ji ber hinceta koronavîrusê bi milyonan vîzon(sêmûr) kuştin. Bi hinceta ku wê rê li be qirêjiyeke mezin bigirin, vê carê wê ji bin axê werin derxistin.

Li gorî daxuyaniya hikumeta Danîmarkayê ji bo pêşîlegirtina qirêjiyê sala bê wê 4 milyon vîzonên hatibûn kuştin, ji bin erdê werin derxistin.

Tê diyarkirin piştî îhtîmala ku koronavîrusê ji holê rabe wê di nava şeş mehan de ev tişt pêk were. Wê ev vîzonên kuştî piştre werin şewitandin.

Di meha Mijdarê de li nêzî bajarên Helstobre û Karûbê li du qadên leşkerî çal hatibû kolandin û vîzon li wir hatibûn veşartin.

Hikumetê qebûl kir ku ji ber ava bin erdê û golên nêzikî wê dibe(diqewme) ku rîskek ji bo hawirdorê çêbibe.

Danîmarkayê bi hinceta mûtasyona koronavîrusê di meha Mijdarê de 15 milyon vîzon kuştibûn. Li gorî lêkolînên niha vîzon tekane heywan e ku koronavîrus dikare ji wan derbasî mirovan bibe.

Serepeyv