Lihevkirinameya pêkanîna navenda çavdêriya Rûsiye-Tirkiyê li Qerebaxê hat wajokirin
Kanûn 01, 2020 16:50 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala wajokirina lihevkirinameya derbarê pêkanîna navenda hevpar a kontrola agirbesê li Qerebaxê digel Rûsiyê kir.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala wajokirina lihevkirinameya derbarê pêkanîna navenda hevpar a kontrola agirbesê li Qerebaxê digel Rûsiyê kir.
Li gorî rapora Tasnim Newsê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja Sêşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, bi lihevkirina rayedarên Mosko û Enqerê derbarê bingehên çalakiya navenda hevpar a rûsiyeyî-tirkiyeyî ya kontrola agirbesê li navçeya Qerebaxê, hemî kiryarên pêwîst jibo destpêkirina vê navenda hevpar pêk tên.