Hejmara pêketiyên koronayê gihêşt 60 milyonî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321812-hejmara_pêketiyên_koronayê_gihêşt_60_milyonî
Li cîhanê zêdetirî 60 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û hejmara kesên ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest daye, gihaşt milyonek û 430 hezar kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 28, 2020 08:09 Asia/Tehran
  • Hejmara pêketiyên koronayê gihêşt 60 milyonî

Li cîhanê zêdetirî 60 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û hejmara kesên ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest daye, gihaşt milyonek û 430 hezar kesan.

Li gorî nûçeya Reutersê li cîhanê 60 milyon û 871 hezar kes bi vîrusa Koronayê ketine, di heman demê de hejmara kesên ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest daye, gihêşt milyonek û 430 hezar kesî.

Li gorî zanyariyan, Amerîka di rêza yekemîn a pêketiyên vîrusê de ye, paşê Hindistan, Brezîlya, Îtalya û Rûsya tên.

Her wiha têkildarî hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, dîsa Amerîka di rêza yekemîn de ye, paşê Îtalya, Meksîka, Fransa û Hindistan tên.