Mijdar 16, 2020 21:01 Asia/Tehran
  • Ermenî rêkeftina li gel Azerbaycanê ya li ser Qerebaxê weke radestbûnê dibînin

Li Komara Azerbaycanê şahî û li Ermenistanê jî şînî ye. Şerê li herêma Nagorno Qerebaxê bi serkeftina Komara Azerbaycan û şikestina Ermenistanê bidawî bû, lê heta niha anîna termên serbazên Ermenistanê berdewam e.

Ev merasîma veşartina serbazekî Ermenî yê 28 salî ye li bajarê Stepanakert ê herêma Nagorno-Qerebaxê ku piştî şer hatiye dîtin û radestî malbata wî hatiye kirin.

Mikhail Akopyan, apê serbazekî kuştî yê Ermenî dibêje: “Duh termê wî bo me hat vegerandin. Berê me wiha dizanî ku wenda bûye. Niha me ew dîtiye û dispêrin axê.”

Di şerê şeş hefteyî de, 2 hezar û 317 serbazên Ermenî hatin kuştin. Niha hemû herêma Nagorno Qerebax û Ermenistanê di şînê de ne.

Suren, akinciyekî herêma Nagorno Qerebaxê dibêje:“Niha hemû serbazên kuştî zarokên me ne. Ne girîng e yê hatiye kuştin kî ye, xizmê me ye yan na. Bo hemûyan di şînê de ne.”

Tê gotin ku piştî hemû şerekî aştî ye, lê bidawîbûna şer bo Ermeniyan nayê wê wateyê.

Mikhail Akopyan ji rêkeftina Ermenistanê û Komara Azerbaycanê nerazî ye û tekez dike: “Ev rêkeftina ligel Komara Azerbaycanê hatiye îmzekirin, ne yeksan e. Bo me tê wateya teslîmbûnê.”

Li gor rêkeftina navbera wan, Ermenistan çend navçeyên herêma Nagorno-Karabaxê radestî Azerbaycanê dike. Ermenî jî hewl didin termên serbazên xwe yên kuştî ligel xwe bibin û li nêzîkê cihê bicîhbûna xwe ya nû wan bispêrin axê.

Serepeyv