Mijdar 14, 2020 08:34 Asia/Tehran
  • Endamên kongresa Amerîkayê xwestin ku alîkariyên leşkerî ji Azerbêcanê re bên rawestandin

Endamên kongresê bang li Biden kirin ku siyaseta Amerîkayê ya girêdayî rewşa Qerebaxê, biguherîne û alîkariyên leşkerî ji bo komara Azerbêcanê ya ku bi desteka dewleta Tirkiyê û çeteyên wê şerê Ermenistanê dike, rawestîne.

Endamên kongresê Adam Schiff, Frank Pallone û Jackie Speier têkildarî mijarê nameyek ji serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden re şandin.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku Ermenistan agirbesta bi navbeynkariya Rûsyayê li ser hesabê wendahiyên mezin qebûl kir, da ku komkujiyên komî li dijî sivîlan pêk neyên. Şerê ku Komara Azerbêcanê bi desteka dewleta Tirkiyê û çeteyên biyanî dest pê kiriye, bû sedema keraseteke mirovî.

Li gorî endamên kongresê, divê rêveberiya Amerîkayê ya nû alîkariyên leşkerî ji Komara Azerbêcanê re yên ku di du salên borî de gihaşt zêdetirî 100 milyon dolarî, rawestîne. Her wiha divê danûstandinên koma Minsk ya girêdayî Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê, ji nû ve dest pê bike. Rolek di diyakirina pêşeroja Qerebaxê de bi şêwazekê ku mafê diyarkirina çaranûsê diyar dike, bilîze.

Serepeyv