Mijdar 13, 2020 17:30 Asia/Tehran
  • Hêzên Aştîvan ên Rûsiyê derbasî navenda Qerebaxê bûn

Hêzên Aştîvan ên Rûsiyê bi derbasbûna bo navçeya Qerebaxê, kontrola navçeyên derdora Xankendiya navenda vê navçeyê girtin ustiyê xwe.

Li gorî rapora France Pressê, Bi dehan leşker û herîkêm sê erebeyên zirêhî bi ala Rûsiyê li rawestgeheka lêgerînê li cadeya ku digihêje bajarê Şûşayê bi cih bûn.

Çekdarên Rûsiyê li vê navçeyê bi kontrolkirina pasportan û parastina riyên têkiliyê navbera hêzên Ermenistanê û Komara Azerbaycanê, rê li ber veguhestina çekan bo van navçeyan digirin.

Beriya vêya Dmîtrî Pêskov Berdevkê serokomarê Rûsiyê ragihandibû ku bicihbûna Hêzên Aştîvan an Çavdêrên leşkerî li Qerebaxa Çiyayî tenê bi lihevkirina du aliyên Ermenistan û Komara Azerbaycanê pêkan e.

Li gorî lihevkirina pêkhatî, Hêzên Aştîvan ên Rûsiyê hevdem digel derketina hêzên ermenî ji Qerebaxê, dê bi qasî 5 salan li wir bimînin.

Serepeyv