Mijdar 11, 2020 20:18 Asia/Tehran
  • Bicihbûna aştîvanên Rûsiyê li Qerebaxê destpê bû

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku bicihbûna aştîvanên Rûsiyê li Qerebaxê destpê bûye.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê îro Çarşemiyê ragihand ku artêşa vî welatî derbasî Ermenistanî bû û karê bicihkirina aştîvanên şandî bo navçeya Qerebaxê pêk aniye.

Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê,heta niha 20 balefir jibo veguhestina hêz û amûran li Ermenistanê daketine û zêde ji 400 hêzên çavdêrê  agirbesê bo Qerebaxê hatine rêkirin.

Moskoyê jibo çavdêriya li ser agirbesê li Qerebaxê, derdora 2000 aştîvan, 90 zirêpûş, 380 erebe û amûrên pêwîst berçav girtine.

Beriya vêya Nîkol Paşîniyan (Nikol Pashinyan) Serokwezîrê Ermenistanê ragihand ku lihevkirinameyek digel serokên Rûsiye û Komara Azerbaycanê jibo bidawîanîna şêrr li Qerebaxê wajo kiriye.

 

Serepeyv