Mijdar 10, 2020 13:46 Asia/Tehran
  • Ermenistan û Azerbaycanê li ser Nagorno Qerebaxê agirbest ragihandin

Ermenistan û Komara Azerbaycanê li gel Rûsyayê, rêkeftina agirbestê li ser herêma Nagorno Qerebaxê ku herdu alî li ser nakok in, îmze kirin ku ji îro Sêşemê ve destpê kir.

Serokomarê Azerbaycanê ev rêkeftin weke “serkeftin” û “kapîtolasiyon” bi nav kir û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Pashiniyan jî ragihand, ti bijardeyeke din li ber wan nemabû.

Rêkeftina agirbestê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê piştî wê yekê hat, ku hêzên artêşa Komara Azerbaycanê bajarê Shusha yê stratejîk ku tenê 10 km li Stepanakert a paytexta herêma Nagorno Karbaxê dûr e, ji dest hêzên Ermenî derxistin.

Nîkol Pashiniyan, Serokwezîrê Ermenistanê, yekem car ev rêkeftin aşkere kir û ragihand, ji saet 01:00am roja Sêşemê ve ew rêkeftina agirbestê dikeve warê cîbicîkirinê.

Pashiniyan got: “Biryara ku min da, ji bo min bi xwe û tevahiya me gelek dijwar bû. Min ev biryar li gor nirxandinên kûr ên ji şert û mercên leşkerî û nirxandina wan kesan da, ku bi başî agahdarî rewşê ne.”

Pashiniyan herwiha diayr kir, ew dê di rojên bê de zanyariyên bêtir bide milletê xwe û tekez kir, ku ev rêkeftin baştirîn çareserî ji bo rewşa niha ye.

Çend saetan piştî daxuyaniya Pashiniyan, Serokên Rûsya û Azerbaycanê jî ragihandin, ku rêkeftineke sê alî ji bo bidawîanîna şer li herêma Nagorno Qerebaxê hatiye îmzekirin.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev di hevdîtinekê de li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya videokonferansê têkildarî agirbestê got: “Ev daxuyaniya sê alî qonaxeke çarenivîssaz di vî şerî de tê hesibandin.”

Serokomarê Azerbaycanê, Îlham Aliyev di gotarekê de li televîyona fermî ya welatê xwe, serkeftina Azerbaycanê di şerê li herêma Nagorno Qerebaxê de ragihand û ew weke “Teslîmbûna Ermenistanê” û sepandina “kampîtolasiyon” bi ser Yerivanê de bi nav kir.

Qonaxa nû ya şer û aloziyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê li ser herêma Nagorno Qerebaxê, ji 27ê Îlona îsal ve destpê bûbû û artêşa Azerbaycanê di demeke kurt de gelek navçeyên wê herêmê û navçeyên ku di şerê salên 90î yên sedsala bihorî de ketibûn destê Ermenistanê, ji kontrola hêzên Ermenî derixstin.

Serepeyv