Rojnameya Arm Radio ya Ermenistanê: "Hêzên ermenî li derdora Laçînê pêşda çûn"
Mijdar 08, 2020 19:52 Asia/Tehran
Rojnameya Arm Radio ya Ermenistanê îro Yekşemiyê nivîsî: "Hêzên ermenî li derdora Laçînê pêşda çûn."
Li gorî rapora IRIB Newsê, Rojnameya Armen Presssê jî îro Yekşemiyê nivîsî: "Hêzên Komara Azerbaycanê cihwarên jiyanê û avahiya Mala Mûzîkê ya bajarê Stipankiratê gullebaran kirin."
Vê rojnameyê her wiha ji zarê Serokwezîrê Ermenistanê nivîsî: "Şerê sêyem ê cîhanî destpê bûye, şerê ku bi awayekî ducûre pêk tê."
Ji aliyê din va, Rojnameya Arm Times'ê jî nivîsî: "Serokwezîrê Ermenistanê di hevpeyivîna digel Kanala televîziyonî ya RD ya Almanhyayê got: Em hebûna hêzên parêzvanê aştiyê yên Rûsiyê li Qerebaxê dipejirînin."