Îdiaya Trump a sextekariyê di Hilbijartina Amerîkayê da derew hat zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321170-Îdiaya_trump_a_sextekariyê_di_hilbijartina_amerîkayê_da_derew_hat_zanîn
"Ellen Weintraub" Rayedara Komîsiyona Hilbijartina Federal a Amerîkayê îdiaya serokomarê vî welatî derbarê extekariya di hilbijartinê da derew zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 07, 2020 16:48 Asia/Tehran
  • Îdiaya Trump a sextekariyê di Hilbijartina Amerîkayê da derew hat zanîn

"Ellen Weintraub" Rayedara Komîsiyona Hilbijartina Federal a Amerîkayê îdiaya serokomarê vî welatî derbarê extekariya di hilbijartinê da derew zanî.

Êlên Wêîyntrub (Ellen Weintraub), Rayedara Komîsiyona Hilbijartina Federal a Amerîkayê roja Şemiyê di hevpeyivîna digel CNNê da got: Tu belgeyek ji sextekariyê di hilbijartina 3ê Mijdarê da tune.

Vê Rayedara Komîsiyona Hilbijartina Federal a Amerîkayê got: Giliyên selimandî gelek kêm in û tu şehediyek ji sextekariyê tune.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê îdia kir: Bi dehan hezar dengên neqanûnî li pensîlvaniya û parêzgehên din encama hilbijartinê guherand û nehîşt ew bi ser keve.