Mijdar 06, 2020 20:46 Asia/Tehran
  • Îstixbarata Rûsyayê: Çeteyên ji Sûriyê û îstixbarata Tirkiyê tev li şerê li Qerebaxê bûne

Serokê îstixbarata derve ya Rûsyayê Sergey Naryshkin ragihand ku agahiyên girêdayî tevlêbûna çeteyên ji Sûriyê û îstixbarata Tirkiyê di şerên li Qerebaxê de bi dest xistin.

Sergey Naryshkin di hevpeyvînekê de ku Rûsya El-Yewm weşandiye, got: “Li cem me agahiyên girêdayî hebûna terorîstan li herêma şer a li Qerebaxê hene. Di nav de terorîstên ji Rojhilata Navîn û di serî de ji Sûriyê hene.”

Têkildarî heman mijarê Naryshkin, tevlêbûna îstixbarata Tirkiyê di şerê li Qerebaxê de piştrast kir û got: “Em bi karê îstixbarata Tirkiyê dihesin. Em nîşaneyên vî karî dibînin.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihandibû ku xebatên veguhastina dewleta Tirkiyê ya çeteyên Sûriyê ji Komara Azerbêcanê re berdewam in. Heta niha 2 hezar û 350 çeteyên ji Sûriyê hatine şandin, ji wan 231 di şerên li Qerebaxê de hatine kuştin û 320 çete jî piştî ku dev ji her tiştî berda, vegerîn Sûriyê.

Şerê di navbera Ermenistan û Komara Azarbêcanê de di 27`ê Îlonê de dest pê kir. Ruxmî ragihandina 3 agirbestan lê şer ji ber mudaxeleya dewleta Tirkiyê û veguhastina çeteyên ji Sûriyê hîna berdewam e

Serepeyv