Mijdar 05, 2020 11:00 Asia/Tehran
  • Ermenistanê çar firokeyên bêfirokevan ên Komara Azerbaycanê hatin xistin

Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê îdia kir ku ji roja Çarşemiyê va heta niha hêzên vî welatî çar firokeyên bêfirokevan ên Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê xistine xwarê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Şûşan Stipaniyan, Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê got: Di 24 saetên bihurî da hêzên Komara Azerbaycanê bi bikaranîna çekên giran xwestin têkevin nav bajarê Berdezorê yê şaristana Laçînê li navçeya Qerebaxê; Lê bi berxwedana hêzên ermenî neçar man paşve bikişin.

Li gorî vê îdiaya Ermenistanê, di vê êrîşê da 5 tank, 2 erebeyên leşkerî yên Komara Azerbaycanê hatine rûxandin.

Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê got: Pevçûn li şaristana Laçînê hema wisa didomin û kontrol di destê hêzên ermenî da ye.

 

Serepeyv