Mijdar 05, 2020 09:10 Asia/Tehran
  • Rojnameya Faktorê ya Ermenistanê:

Rojnameya Faktorê ya Ermenistanê duh Çarşemiyê, 4ê Mijdara 2020î nivîsî: "Komara Azerbaycanê bûye sitargeha navneteweyî ya têrorîstan".

Li gorî rapora IRIB Newsê, Rojnameya Cumhuriyê ya Ermenistanê jî duh Çarşemiyê, 4ê Mijdara 2020î nivîsî: "Hêzên Komara Azerbaycanê bajarê Stipankiratê, navenda Qerebaxê bombebaran kiri."

Vê rojnameyê her wiha nivîsî: "Komeke têrorîst a nû û amade bo bereyên şerê Qerebaxê hatiye şandin."

Ji aliyê din va; Rojnameya Azadiyê ya Ermenistanê jî duh 4ê Mijdarê ji zarê serokê navçeya Qerebaxê nivîsî: "Nîvê têrorîstên beşdar di şerê Qerebaxê da hatine kuştin."

Vê rojnameyê ji zarê Sêrgêyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê nivîsî: "Hejmara têrorîstên kirêgirtî ku ji Rojhilata Navînê bo bereyên şerê Qerebaxê hatine veguhestin, digihêje du hezar kesî."

 

 

Serepeyv