Lavrov: Bila kirêgirtî bo navçeya Qerebaxê neyên şandin
Mijdar 03, 2020 20:45 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ji welatên din xwest ku dev ji şandina kirêgirtiyan bo navçeya Qerebaxên berdin.
Li gorî rapora Sputnikê, Sêrgêyî Lavrov, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê derbarê rewşa navçeya kêşeliser a Qerebaxê got: Li vê navçeyê derdora 2 hezar kirêgirtî hene.
Lavrov her wiha tevî amajeya bi hewildanên Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê bi mebesta çareserkirina qeyrana Qerebaxê got: Aliyên şêrr li vê navçeyê hîn li ser agirbesê li hev nekirine.