Mijdar 02, 2020 15:59 Asia/Tehran
  • Amerîkayê şandeyên xwe yên leşkerî li balyozxanên xwe kêm kirin

Wek plansaziyeke nû li dijî Rûsya û Çînê, Amerîkayê şandeyên xwe yên leşkerî li balyozaxnên xwe yên li welatên curbicur yên cîhanê kêm kirin.

Ev tevger di demekê de ye ku Amerîka çavkaniyên xwe yên parastinê ji Afrîqa, Ewropa û Rojhilata Navîn ber bi Çîn û Rûsyayê ve vediguhêze.

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayê ragihand ku wezîrê parastinê yê vî welatî Mark Esper di 24`ê Tebaxê de biryarek îmze kir ku li gorî wê dê Pentagon li dijî Rûsya û Çînê planên rêxistinî yên nû amade bike.

Li gorî vê biryarê, Amerîkayê şandeyên xwe yên leşkerî li gelek welatan bi taybetî li welatên rojavayê Afrîqayê, vexwendin.

Washingtonê asta şandeyên xwe yên leşkerî li Brîtanya, Tirkiyê, Erebistana Siûdî, Misir, Kuweyt, Îmarat û Pakistanê kêm kir.

Li gorî efserên ku bi mijarê agahdar in, şandeyên leşkerî ji gelek balyozxanên li rojavayê Afrîqayê cihê ku şerê li dijî tevgerên îslamî yên girêdayî DAIŞ û El-Qaîdeyê rû didin, hatin vekişandin.

Şandeyên parastinê yên Amerîkayê artêşên li derveyî welêt perwerde dikin, agahiyên îstixbaratî kom dikin, alîkariya amadekirina firotana çekan dikin û di rewşên awarte de hevkariyên leşkerî yên Amerîkayê bi rêxistin dikin.

Serepeyv