Di girtîgeha Herata Efxanistan de herî kêm 8 girtî hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320876-di_girtîgeha_herata_efxanistan_de_herî_kêm_8_girtî_hatin_kuştin
Li Efxanistanê di girtîgehekî de şer û alozî derket, herî kêm 8 girtî hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2020 12:52 Asia/Tehran
  • Di girtîgeha Herata Efxanistan de herî kêm 8 girtî hatin kuştin

Li Efxanistanê di girtîgehekî de şer û alozî derket, herî kêm 8 girtî hatin kuştin.

Li gorî raporta BBC, şeva borî li girtîgeha navendî ya bajarê Herat yê Efxanistanê, di navbera girtiyan û gartîgehvanan de şer û alozî derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de herî kêm 8 girtî hatin kuştin û 12 gartîgehvan û girtî jî birîndar bûn.

Bi gotina hinek çavkaniyan, girtiyan ji ber reftarên xirab yên berpirsên girtîgehê îsyan kirine û dema gartîgehvan hewla serkutkirina wan dane, şer derketiye.

Di girtîgeha Heratê de derdora 3 hezar girtî hene. Avahiya wê gelekî kevn û biçûk e.