Cotmeh 21, 2020 16:28 Asia/Tehran
  • Li cîhanê zêdetirî 41 milyon kes bi koronayê ketine

Li seranerê cîhanê 41 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û milyonek û 126 hezar kesan ji ber koronayê jî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 28 milyon kes jî ji koronayê baş bûne.

Daneyên herî dawîn ên li ser malpera ‘World Meter’ a Amerîkayê ya der barê koronayê de hatine belavkirin, li seranserê cîhanê heta vê sibehê 41 milyon kes bi koronayê ketine, ji wan 28 milyon baş bûne û milyonek û 126 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Herî zêde korona li Amerîkayê belav bûye, piştî wê Hindistan, Brezîlya, Rûsya, Arjantîn, Spanya, Kolombiya, Fransa, Perû, Meksîka, Brîtanya, Afrîkaya Başûr, Îran û Iraq tên.

Her wiha ji hêla hejmara mirina pêketiyan ve jî Amerîka ya herî zêde ye û piştre Brezîlya, Hindistan, Meksîka, Brîtanya, Îtalya û Spanya tên.

Serepeyv