Serdana wezîrê karên derve yê Ermenistanê bo Rûsyayê
Cotmeh 21, 2020 11:50 Asia/Tehran
Dewleta Ermenistanê ragihand : Wezîrê karên derve yê vî welatî şeva çûyî gihêşte Moskowê.
Li gor rapora Rûsya El-Yewm: Ana Neqdaliyan berdevka wezareta derve ya Ermenistanê ragihand : Sefera wezîrê derve yê ermenistanê Zehrab Mintiskaniyan bo Rûsyayê di çarçova şer û pevçûnên nû li Qerebaxê de ye yên di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê ku piştî agirbesa 18 Cotmehê dîsa despê bûne.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan jî du ragihand ku ermenistan ji bo gotûbêja bi Komara Azerbaycan ser krîza Qerebaxê amade ye .