Li Efxanistanê 2 firokeyên eskerî li hev ketin: 9 mirî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320399-li_efxanistanê_2_firokeyên_eskerî_li_hev_ketin_9_mirî
Li wilayeta Hilmendê ku dikeve başûrê Efxanistanê, 2 firokeyên eskerî li hev ketin û 9 kes tê da mirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2020 08:29 Asia/Tehran
  •  Li Efxanistanê 2 firokeyên eskerî li hev ketin: 9 mirî

Li wilayeta Hilmendê ku dikeve başûrê Efxanistanê, 2 firokeyên eskerî li hev ketin û 9 kes tê da mirin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand, 2 firokeyên eskerî yên tîpa "Mİ-17"ê û aîdê Hêzên Esmanî ya Efxanistanê, li Nevaya navçeya Hilmendê piştî ku rabûn, ketin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku firoke ji ber erizeya teknîkî ketin, di qezayê da 9 kes mirin.

Şahidan jî îdia kir ku li navçeya Naveyê du firokeyên ku eskerên birîndar hildan, piştî rabûnê li hev ketin û di qezayê da ji 10an zêdetir esker mirin.