Efxanistan- Ji ber teqînekê 8 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i320146-efxanistan_ji_ber_teqînekê_8_kes_mirin_û_20_kes_jî_birîndar_bûn
Îro roja duşemê 05.10.2020an karwanê parêzgariya Luxman li Efxanistanê bi teqînekê hat armanckirin û ji ber wê teqînê 8 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 05, 2020 19:14 Asia/Tehran
  • Efxanistan- Ji ber teqînekê 8 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn

Îro roja duşemê 05.10.2020an karwanê parêzgariya Luxman li Efxanistanê bi teqînekê hat armanckirin û ji ber wê teqînê 8 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Malpera Ufuq a Efxanistan di nûçeyekê de aşkere kiriye karwanê parêzgariya Luxman Rehmetulla Yarmel bûye armanceke teqînekê û ragihandiye di encama wê teqînê de 4 jê sivîl û 4 kes jê jî serbaz 8 kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne. Herwiha parêzgarê Luxmanê Rehmettula Yarmel bi silametî ji wê êrîşê rizgar bûye.

Heta niha ti hêzekê berpirsiyariya xwe di wê êrîşê de aşkere nekiriye. Ev êrîşa li Efxanistanê di demekê de ye ku di navbera Talîban û hikûmeta Efxanistanê de danûstendin dewam dikin û Amerîka û Qeter jî navbeynkariya wan danûstendinan dikin.