Cotmeh 04, 2020 08:43 Asia/Tehran
  • Kursa payîzê ya Hêvosandina Zimanê Farisî li Tirkmenistanê destpê bû

Kursa payîzê ya Hêvosandina Zimanê Farisî bi rêûrisma bidawîhatina nîşangeha pîşeyên destî û geştyariyê ya Îranê di beşa Çandî ya Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Eşq Abada paytexta Komara Tirkmenistanê destpê bû.

Li gorî rapora IRNAyê, Di vê rêûrismê da Ebas Erbab Xalis, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Tirkmenistanê di axaftinekê da amaje bi rola zimanê farisî di pêşdabirina çanda mirovahiyê di dirêjahiya dîrokê da kir û got: Zimanê farisî aniha jî bi hebûna çavkaniyên zengîn û helbestên helbestvanên mezin ên wekî Hafiz, Seidî û Firdosî, bawerî û îlhamê dide ramanwerên mezin ên cîhanê.

Reza Xaniyan, Şêwirmendê çandî yê Komara Îslamî ya Îranê jî hînbûna zimanê farisî li fêrxwazên nû pîroz kir û got: Ev çalakî li gorî pêgiriya Qurbanqulî Berdî Muhemedov serokomarê Tirkmenistanê jibo têkiliya çandî navbera welatên cînar pêk tê.

 

Serepeyv