Îlon 28, 2020 08:31 Asia/Tehran
  • Sêkrêtirê giştî yê NY daxwaza rawestandina pevçûnan navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê kir

Sêkrêtirê giştî yê NY daxwaza rawestandina pevçûnan navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê di mijara Qerebaxê da kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, (António Guterres) Antoniyo Gotrêş, Sêkrêtirê giştî yê NY tevî şermezarkirina kuştina welatiyên sivîl di vê pevçûnê da, qala gotûbêja xwe ya telefonî digel serokên du welatan di pêşerojeke nêzik da kir.

Pevçûnên navbera hêzên Ermenistanê û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê sibeha roja Yekşemiyê di halekî da hat destpêkirin ku navciyên navneteweyî jibo pêşîlêgirtin ji van pevçûnan tu hewildaneke ciddî di mehên dawî da nekirine.

Pevçûnên sînorî navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê di Tîrmeha bihurî da jî bû sebeba birîndarbûn û candana bi dehan kesî û du welatan tawana destpêkirina van pevçûnan li hev bar kirin.

Komara Azerbaycanê û Ermenistan li ser navçeya Qerebaxê bi hev ra nakok in.

Nîqaş û nakokiya navbera van du welatan li ser navçeya Qerebaxê sala 1988an destpê bû û sala 1991ê dawî veguherî pevçûna leşkerî. Di vê navberê da destwerdana hin welatên din jî bûye sebeb agirê vê nakokiyê gurrtir bibe.

 

 

Serepeyv