Îlon 25, 2020 22:31 Asia/Tehran
  • Nancy Pelosi bo Trump: Tu li Amerîkayê yî ne li Tirkiyê

Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi bang li Donald Trump kir û got, “Tu ne li Koreya Bakur, Tirkiye ne jî li Rûsyayê yî, tu li Amerîkayê yî.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh, 24.09.2020, di konferanseke rojnamevaniyê de li Koşka Spî li ser pirsa, “eger hûn di hilbijartinê de bi sernekevin hûn dê desthilatê bi awayekî aştiyane dewr bikin?” bersivek zelal nedabû û gotibû, “divê em bibînin ka dê çi biqewime.”

Donald Trump piştî van gotinên xwe, di bernameyeke televîzyonî de diyar kir eger berbijêrê Demokratan Joe Biden di hilbijartinan de serbikeve û prose biçe Dadgeha Bilind, ew dê pabendî biryara dadgehê bibe, lê got, “Heta wê astê hîn gelek rê li pêş me ye. Kartên ku bi postê tên şandin wek fîlmekî tirsê ne.”

Ev daxuyaniyên Serokê Amerîkayê li navxwe û derve karvedanek mezin li pey xwe anî û hem Demokratan û hem jî Komariyan nerazîbûna xwe derbirîn.

Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi jî diyar kir ku behskirina li ser vê mijarê jî cihê xemgîniyê ye û got, “Divê Amerîkî di hilbijartinê de tekez deng bidin.”

Pelosî ku berî niha jî gelek caran behs û  nîqaşên wê bi Trump re çêbûne got, “Hûn dizanin heyrantiya Trump bo kê heye! Putin, Kim Jong Un, li Tirkiyê heyrantiya wî bo Erdogan heye. Lê ez dixwazim bînim bîra wî; Tu ne li Koreya Bakur, Tirkiyê an jî Rûsyayê yî. Tu ne li Erebistana Siûdiyê yî jî. Tu li Amerîkayê yî. Ev der welatekî demokrasiyê ye. Çima tu pabendî sonda serokatiyê û Destûra Bingehîn nabî!”

Siyasetmedarên Komarî jî nerazîbûn nîşanî gotinên Trump dan. Mitch McConnell ku di Senatê de erkdar e got, “Serkeftiyê hilbijartina 3ê Mijdarê dê roja 20ê Çileyê dest bi karê xwe bike. Wek ku ji 1792an ve her 4 salan carekê dibe, derbasbûneke asayî dê pîk were.”

Lindsey Graham ku yek ji Komariyên nêzîk li Trump tê naskirin got, “Ez dikarim garantiyê bidim we ku dê derbasbûneke aştiyane pêk were.”

Li hember van karvedan û nerazîbûnan Trump jî paş de gav avêt. Sekretera Ragihandinê ya Koşka Spî Kayleigh McEnany li ser wan gotinên Trump got, “Serok dê encamên hilbijartineke azad û dadperwer qebûl bike.”

Serepeyv