Îlon 25, 2020 14:34 Asia/Tehran
  • Balafireke Rûsyayê rê li pêşiya binpêkirina sînorê wê ji aliyê balafira DYA’yê ve, girt

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku balafireke Rûsyayê ji cureya SU-27 rê li pêşiya balafira Amerîkayê girt da ku sînorê wê binpê neke.

Îro Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku dezgehên Rûsyayê yên çavdêriyê nêzkbûna balafireke Amerîkayê ya ji cureya B-52H li asîmanê Rûsyayê ku ji aliyê Polanyayê ve dihat, belge kir.

Balafira Rûsyayê li seranserî sînorê asîmanî yê Rûsyayê geriya ku balafira Amerîkayê sînor binpê neke, her wiha piştî ku balafira Amerîkayê ji sînor bi dûr xist, vegerî baregeha xwe.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê piştrast kir ku tu binpêkirin pêk nehat û destnîşan kir ku balafira SU-27 li gorî qanûnên nanveteweyî tev geriyaye.

Serepeyv