Tebax 18, 2020 02:58 Asia/Tehran
  • 17ê Tebaxê; Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da li Hindistanê 941, li Brezîlyayê 620 kes mirin

Li Hindistanê ji ber şewba Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn (heta 17ê Tebaxê) da 941 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn (heta 17ê Tebaxê) da bi mirina 941 kesan va hejmara miriyan derket 50 hezar û 921an.

Li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 57 hezar û 981 kes zêde bû û derkete 2 milyon û 647 hezar û 663yan.

Li welêt hetanî niha milyonek û 919 hezar û 842 kes ji vîrusê xilas bûn.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 602 kesî va hejmara miriyan derket 107 hezar û 852yan, hejmara pêketiyan jî 23 hezar û 101 kes zêde bû derket 3 milyon û 340 hezar û 197an.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê nêzî 46 milyonî ye, 699 hezar û 493 kes bi vîrusê ketin û 26 hezar û 852 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara kesên ji vîrusê filitîn jî bû 2 milyon û 432 hezar û 456.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda nexweşiyê.

 

 

Serepeyv