Tebax 13, 2020 13:18 Asia/Tehran
  • Kenneth Mackenzie: Hejmara hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê dê kêm bibin

Fermandarê leşkerî yê bilind ê Hêzên terorîst ên Amerîkayê li Rojhilata Navîn (CENTCOM) destnîşan kir ku hejmara hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê dê di çend mehên bê de kêm bibin.

Li gorî rojnameya New York Times fermandarê leşkerî yê bilind ê Amerîkayê li Rojhilata Navîn General Kenneth Mackenzie duh diyar kir ku hejmara hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê dê di çend mehên bê de kêm bibin, lê fermana vekişandina hêzan hîna pêk nehatiye.

Fermandê rêxistina terorîstî yê CENTCOMê herwiha got: “5 hezar û 200 leşkerên me li Iraqê ne da ku alîkariya Iraqê di şerê wê bi DAIŞ`ê re bikin û hêzên Iraqê perwerde bikin. Lê piştî şêwirên bi hikumeta Baxdayê re dê hinek guhertin pêk werin.”

Li gorî pêşbiniyên general Mackenzie hêzên Amerîkayê û hêzên NATO`yê dê demeke dirêj li Iraqê bimînin, ji bo şerê li hemberî terorê û li gor gotina rayedarên amerîkî qaşo ji bo rawestandina hegemonya Îranê li welat. Lê Mackenzie asta mayîna demdirêj a hêzan eşkere nekir. Li aliyekî din rayedarên Amerîkayê yên din gotin piştî ku gotûbêjên bi berpirsên Iraqê re vê mehê ji nû ve destpêkirin, îhtîmal heye hejmara hêzên Amerîkayê heta 3 hezar û 300 leşkeran were kêmkirin.

Tevî destûra serokomarê Amerîkayê derbarê derxistina hezar hêzên amerîkî ji Sûriyê, lê dîsa amerîkiyan 500 hêzên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyê ragirtin . Rayedarên Sûriyê dibêjin Amerîka ev hêzana ji bo dizîna nefta Sûriyê ragirtine.

Parlemana Iraqê jî Çileya 2020 bi piraniya dengan pêşniyar-qanûna derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê pesend kir, lê hîn hêzên amerîkî li Iraqê ne.

Serepeyv