Tebax 03, 2020 23:31 Asia/Tehran
  • WHO: Dibe ku tu çare ji Koronavîrusê re tune bin

WHO’yê hişyarî da ku îhtimal e tu çareyek ji bo têkbirina Koronavîrusê (Covid-19) ku bi milyonan kes li seranserê cîhanê nexweş kirine û bûye sedema bi sed hezaran qurbaniyan, tune be.

Hişyariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li gel hêviyên mezin ên gihaştina dermanekê li dijî Koronavîrusê hat, nexasim gelek şîrketên dermanan ên mezin gihaştin encamên pêşketî.

Gerînendeyê WHO’yê Tedros Adnum Giberisus di civîneke çapemeniyê de ji navenda WHO’yê ya li Cinêvê de wiha got: "Tu çareyek di dema niha de tune ye û dibe ku qet tune be jî."

Li gorî AFP’ê, li seranserê cîhanê nexweşên Koronavîrusê 18 milyon derbas kiriye û jimara kesên ku ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane jî gihêştiye 700 hezar kesî.

Li Amerîkayê 4 milyon û 813 hezar kes zêdetir bi Koronayê ketine ku ji wan zêde ji 158 hezar kesî can dane, ji ber viya ev welata di vî warî de welatê yekem e.

Piştî wê Brazîl e ku pêketiyên Koronayê li wir gihêştiye 2 milyon û 733 hezar û 677 kesan û 94 hezar û 104 kesan jî can dane. Hindustan bi milyonek û 750 hezar 723 pêketiyên Koronayê û mirina 37 hezar û 364 pêketiyan di rêza sêyem de ye.  

Serepeyv