Bi berdewabûna êrişên artêşa Rejîma Siyonîst, hin saziyên cîhanî ji ber rewşa li bakûrê Zîvala Xezzê dilnîgeraniya xwe diyar kirin.
Berdevkê YE`yê li ser poêwîstiya cihanîna hikmên Dîwana Navnetewî ya Dozgeriyê li ser girtina serokwezîr û wezîrê berê yê cengê yê Îsraîlê ji aliyê welatên vê yekîtiyê ve pêgîrî kir.
Karbidestên Ajansa Alîkarîgîhandin û Peydakirina kar ji bo awareyên filistînî ya Neteweyên Yekgirtî(UNRWA) di raportên xwe yên dawî de rewşa niştecihên Xezzê gelek bi karesat û nebaş dane zanîn û bêdengîya civaka navnetewî di vî warî de rexne kirin.
Duyemîn meşa piştgiriya ji doza Filistînê bi beşdariya zêde ji pênc hezar kesî ji wan balyozê Komara Îslamî ya Îranê, hejmarek ji dîplomatan û welatiyên Broniyê li paytexta vî welatî li başûrê rojhilata Asyayê hat lidarxistin.
Berpirsê Sîyaseta Derve ya YEyê pêgirî kir ku pêwîst e Tel Avîv agirbesê qebûl bike.
Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Netewî ya Ûrsêtê ragihand, biryara welatên rojavayî ji bo veguhestina çekên atomî bo Ukraynê, bi awateya amadekarîya ji bo şerê navokî hibmer Ûrsêtê ye.
Hevgavê seredana Mark Rotê Sersekreterê NATOyê ya Yûnanê, bi hezaran kes ji gelê vî welatî daketin kolanên Atênê û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Li encama bahoz û rabûna lehiyê li Inglîzê cereyana bi dehan hezar malan qut bû.
Di encama êrişa kesên çekdar ser çend maşînan li herêma Paraçinar a Pîşawera Pakistanê da, 42 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE got: Biryara Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya dijî Serokwezîr û Wezîrê Cengê yê wêdadayî yê Rejîma Sîyonîst ne biryareke sîyasî ye.