-
Du wesayîtên Talîbanê qeza kirin: 5 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
Kanûn 13, 2021 09:32Li parêzgeha Pervan a Efganîstanê du wesayîtên ku endamên koma Talîbanê têdebên li cîhên cuda qeza kirin û di bûyeran de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 21 kes jî birîndar bûn.
-
Li Çînê Keştiya barhilgir noqî avê bû: 9 kes mirin, 2 kes winda ne
Kanûn 13, 2021 12:56Li eyaleta Shandong a Çînê keştiyekî barhilgir noqî avê bû û 9 karmendên keştiyê jiyana xwe ji dest dan, 2 karmend jî winda bûn û xebatên lêgerîna wan berdewam dikin.
-
Serokomarê Amerîkayê gef li Rûsyayê xwar
Kanûn 12, 2021 18:40Serokomarê Amerîkayê gef li Rûsyayê xwar ku heger êrişî Ukarnya bike dê encamên wê ji bo Rûsyayê pir giran bibin û Rûsyayê jî got, daxuyaniyên bi dijminatî aloziyan kêm nake.
-
Ji ber bahoza Amerîkayê herî kêm 50 kesana jiyana xwe ji dest da
Kanûn 12, 2021 05:32Li eyaleta Kentucky(Kêntakî) a Amerîkayê Fermandarê vê eyaletê Andy Beshear got fikara wan ew e ku di bobeleta duh êvarê dest pê kiribû de herî kêm 50 kes miribin.
-
Li Kolombiya darên 100 salî tên birîn
Kanûn 10, 2021 14:33Darên li daristanên Amazonê yên li navçeya Guaviareya Kolombiyayê, ku temenê wan bêhtir ji sed salan e, di dema çend xulekan de bi rêya elektrîkê tên birîn, daku li cihê wan koka bê çandin.
-
Trump: Nalet li Netanyahû be!
Kanûn 10, 2021 07:53Serokomarê berê yê Amerîkayê di beşeke bîranînên xwe da aniye, tevî xizmetên zehf ku wî derhreqê rejîma Siyonîst kiriye, lê ew serokwezîrê berê yê vê rejîmê ji ber karên ku li dijî wî kirine, neborîne.
-
Qeyrana penaxwazan û daxwaza Fransayê ji Yekîtiya Ewropayê
Kanûn 10, 2021 06:42Serokomarê Fransayê wek berteka li hemberî mijara koçberiya penaxwazan, daxwaza pêkanîna mekanîzma berteka awarte ji aliyê Yekîtiya Ewropayê va kir.
-
Olaf Schulz wekî serokê wezîrên Almanyayê hat hilbijartin
Kanûn 09, 2021 07:42Meclisa Parlementeran a Almanyayê roja Çarşemê bi fermî serdema Angela Merkel ya 16 salan dewam kir, bi dawî kir û Olaf Schulz weke serokê hikûmetê hilbijart.
-
Li Nîjeryayê di qezaya lêketina kamyonê li xwendevanan de 17 kes mirin
Kanûn 08, 2021 13:19Li bajarê Lagos ê Nîjeryayê kamyonek li şagirtên dibistanekê ket, di encama vê qezayê de 17 şagirt mirin.
-
Xwepêşandêran êrişî navenda komîseriya hilbijartinan a Lîbyayê kir
Kanûn 08, 2021 12:26Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê, îro xwepêşandêrên girêdayî komên cuda êrişî navenda komîseriya bilind a hilbijartinan a li Terablusê kir û hilbijartinên ku dê 24`ê Kanûnê bên lidarxistin red kir.