-
Keştiya şêrr a Rûsiyê ji ber teqîna cebilxaneyê noqim bû
Nîsan 15, 2022 04:08Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku keştiya şêrr a "Moskva"yê di dema kişandinê di rewşa bahozê da ji ber "Teqîna cebilxaneyê" noqimî avê bû.
-
Zelensky: Rûsya dixwaze nifşeke Ukraynayê jinavbibe
Nîsan 14, 2022 17:20Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di gotarekê de bo Parlamentoya Estonyayê îdia kir, bi hezaran kes li bajarên Ukraynayê hatine kuştin û bûne qurbaniyên êrîşên esmanî yên Rûsyayê.
-
Rûsya: Nayê qebûlkirin ku Amerîka me bi encamdana cenosîdê sûcdar bike
Nîsan 14, 2022 11:40Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku sûcdarkirina Rûsyayê bi cihanîna "cenosîdê" ji aliyê Amerîkayê ve bi mebesta berovajîkirina rewşê ye û nayê qebûlkirin.
-
Hêza Deryayî ya Rûsyayê piştrast kir ku papora şerker a Moskvayê bi giranî zirar dîtiye
Nîsan 14, 2022 07:28Piştî îdiaya Ukraynayê ku 2 mûşek li keştiya şer a Rûsyayê ketiye, medyaya fermî ya Rûsyayê piştrast kir ku papora Rûsyayê ya bi navê "Moskva" li Deryaya Reş zirareke mezin dîtiye û kedkarên wê jê derketine.
-
Li Afrîqaya Başûr ji ber lehiyê hejmara miriyan derket 253 kesan
Nîsan 14, 2022 06:27Ji ber barana tund li rojhilatê Afrîqaya Başûr heta niha 253 kes mirin û bi sedan kes jî koçber bûn.
-
Zêdeyî hezar leşkerên Ukraynayê li Mariupolê xwe radestî hêzên rûs kirin
Nîsan 13, 2022 19:13Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku zêdetirî 1000 leşkerên Ukraynayê li bajarê bendera Mariupolê yê dorpêçkirî ji aliyê Rûsyayê xwe radestî hêzên vî welatî kirin.
-
Serokomarê Ukrayna: Me kesekî nêzîkî Putîn girt
Nîsan 13, 2022 11:57Serokomarê Ukrayna ragehand, wan hevalekî nêzîkî serokê Rûsya Vlademîr Putîn girtine.
-
Washington Post: Amerîka dê helîkopterên şer bide Ukrayna
Nîsan 13, 2022 08:52Tê gotin ku Amerîka razî bûye helîkopterên şer bide Ukrayna da ku di şerê li hember Rûsya de bikar bîne.
-
Lukaşenko: Beyînê peyînê kîmyayî Cîhan ber bi birçîbûnê ve diçe
Nîsan 13, 2022 06:35Ajansa fermî ya nûçeyan a Rûsyayê ji Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko radigihîne, bêyî peyînê kîmyayî xorak û berhemên çandiniyê zêde nabin, loma cîhan bi awayekî bilez ber bi birçîbûnê ve diçe.
-
Li New Yorkê êrişek rû da; 13 kes birîndar bûn
Nîsan 13, 2022 04:04Li stasyona merto ya Broklyn a paytexta Amerîkayê, New Yorkê êrişek pêk hat. Di êrişê de herî kêm 13 kes birîndar bûn.