Lukaşenko: Beyînê peyînê kîmyayî Cîhan ber bi birçîbûnê ve diçe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i333198-lukaşenko_beyînê_peyînê_kîmyayî_cîhan_ber_bi_birçîbûnê_ve_diçe
Ajansa fermî ya nûçeyan a Rûsyayê ji Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko radigihîne, bêyî peyînê kîmyayî xorak û berhemên çandiniyê zêde nabin, loma cîhan bi awayekî bilez ber bi birçîbûnê ve diçe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2022 06:35 Asia/Tehran
  • Lukaşenko: Beyînê peyînê kîmyayî Cîhan ber bi birçîbûnê ve diçe

Ajansa fermî ya nûçeyan a Rûsyayê ji Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko radigihîne, bêyî peyînê kîmyayî xorak û berhemên çandiniyê zêde nabin, loma cîhan bi awayekî bilez ber bi birçîbûnê ve diçe.

Aleksandr Lukaşenko ragihand: “Rûsya û Belarus du welatên mezin ên berhemhênerên peyînê kîmyayî ne, bêyî wê madeyê cîhan nikare çandiniyê bike, loma em bi awayekî bilez ber bi birçîbûnê ve diçin.”

Ji ber êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê, Amerîka û welatên Ewropayê siza xistine ser kelûpelên Rûsya û hevpeymanên wê, ku Belarus alîkarê herî mezin ê Moskowê ye.

Rûsyayê di mehên berî despêkirina şerê dijî Ukraynayê de pêşniyara dayîna garantiyên ewlehiyê dabû Amerîkayê û NATOyê û derbarê berfirekirina NATOyê li Rojhilatê Ewropayê jî hişyarê dabû, lê ev pêşniyar hat redkirin û hişyariya wê jî piştguhkirin. Ev mijarên hanê li kêleka daxwazên bi dû hev ên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de bûn sedem ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê bide.