Li Afrîqaya Başûr ji ber lehiyê hejmara miriyan derket 253 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i333221-li_afrîqaya_başûr_ji_ber_lehiyê_hejmara_miriyan_derket_253_kesan
Ji ber barana tund li rojhilatê Afrîqaya Başûr heta niha 253 kes mirin û bi sedan kes jî koçber bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2022 06:27 Asia/Tehran
  • Li Afrîqaya Başûr ji ber lehiyê hejmara miriyan derket 253 kesan

Ji ber barana tund li rojhilatê Afrîqaya Başûr heta niha 253 kes mirin û bi sedan kes jî koçber bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, berpirsên xwecihî berî niha ragihandibûn ku hejmara qurbaniyên vê karesata xwezayî 45 kes bûne, lê pêşbînî kiribûn ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Artêşa Afrîkaya Başûr û ekîbên rêvebirina karesata xwezayî ji duh (sêşemê) vir ve li Natalê û herêmên derdora wê alîkariyê didin.

Gelek bahozên îsal (2022) li çend welatên herêma Afrîqaya Başûr ziyan dîtine, bi hezaran koçber bûne û bi dehan kes mirine.