Sendêrz: Trump ji bo xwevedizîna ji bersivdayînê, agirê tirsandina ji Îslamê gurr dike
Bêrnî Sendêrz li kampaniyaya hilbijartinê ya Evdirehman Seyîd, berendamê misilman ê Sêna ya Amerîkayê ji eyaleta Mîşîganê, ji ber nihêrînên regezperestî, gendeliya li hikûmetê û bandora mîlyardêran bi tundî Trump da ber rexneyan.
Bêrnî Sendêrz, sênatorê serbixwe yê amerîkî di vê kampaniyaya hilbijartinê li Mîşîganê got: Donald Trump serokomarê herî xeternak di dîroka Amerîkayê de ye. Hema ji ber viya ev hilbijartina navîndewrê pirr girîng e. Trump ti baweriyek li Qanûna Bingehîn û Desthilatdariya qanûnê tine. Hema çend rojan berî nika di halekî de ku diaxivî, got ku dikare her karê ku dilê wî dixweze bike! Eva diyar dike ku wî Qanûna Bingehîn nexwendiye û ya baş ev e vî karî bike. Hûn nikarin her karek ku dilê we dixweze bikin.
Sendêrz di dewamê de ev yeka got ku Donald Trump derewînekî nexweş e, ew cidatiya di navbera rastî û xeyalê nizane. Ya ku pirr min xemgîn dike eva ye ku kesekî wiha serokomarê Ameîrkayê be û ev cûre serederî heta çi astekê bandorê li zarokên me dike. Em zarokên xwe perwerde dikin ku rast biaxivin, ne ku hertim derewan bikin. Donald Trump kesekî xwehez e. Ew fikir dike divê navî wî li her avahiyekî li Amerîkayê bê kirin.