Rêberê Demokiratên Senayê: Trump asê bûye
Îlon 11, 2026 16:47 Asia/Tehran
Rêberê Demokiratên Senayê got: Serokomar Trump usa asê bûye u têk çûye ku ji bo kişandina bala gelê Amerîkayê u dengê wan, brê xwe daye bertîldayîna bo wan.
Çak Şomer ev kiryara Trump bêrêzîyek himber gelê Amerîkayê u demokirasîyê zanî û got: Eva mukurhatinek derheq vê ratîyê ye ku Trump heta çi radeyekê di binbest u belayeke giran da asê bûye.
Rêberê Demokiratên Senayê di dewamê da vîdyoyeke axavtina Trump belav kir ku tê da dibêje: Heke Komarxwaz di hilbijartinên Meclisa Parlimanteran û Senayê da ser bikevin, yê 5 hezar Dolarî bide her welatîyê amerîkî.