Servevtina dîrokî ya partiyeke rastgir a tundrê di hilbijartinên Almanê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360182-servevtina_dîrokî_ya_partiyeke_rastgir_a_tundrê_di_hilbijartinên_almanê_de
Ji bo cara yekê ya ji şerrê cîhanî yê duyê re û têkçûna Naziyan, partiyeke rastgir a tundrê di hilbijartina Almanyayê de ser ket; Encamek ku Doyçe Wole ewê erdhejeke siyasî ya vî welatî daye zanîn.
(last modified 2026-09-07T15:21:33+00:00 )
Îlon 07, 2026 18:46 Asia/Tehran
  • Servevtina dîrokî ya partiyeke rastgir a tundrê di hilbijartinên Almanê de

Ji bo cara yekê ya ji şerrê cîhanî yê duyê re û têkçûna Naziyan, partiyeke rastgir a tundrê di hilbijartina Almanyayê de ser ket; Encamek ku Doyçe Wole ewê erdhejeke siyasî ya vî welatî daye zanîn.

Bi bidawîhatina dengdanê li eyaleta Zaksên Anhaltê(Sachsen-Anhalt) a Almanyayê, texmîn nîşan didin ku partiya rastgir a tundrew a Alternatîf ji bo Almanya (AfD) hîn jî bi sedî 44`ê dengan di rêza yekem de ye. Li gorî Deutsche Welle, Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) bi sedî 17.5`ê di rêza duyemîn de ye. Partiya Çep (Die Linke) sedî 8.6, Partiya Sosyal Demokra (SPD) sedî 9.2 û Partiya Kesk jî sedî 8.9`ê dengan bi dest xist. Ajansa nûçeyan a Reuters`ê ragihand ku eva yekem serkeftina girîng a partiyek rastgir a tundrew di hilbijartineke Almanya ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve de ye, lê ne diyar e ka ev encam ji bo avakirina hikûmetek herêmî têrê dike an na.