Dûhatên êrişa ser Îranê wê bipekine Deryaya Sor jî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359018-dûhatên_êrişa_ser_Îranê_wê_bipekine_deryaya_sor_jî
Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Dûhatên êrişa ser Îranê wê bipekine Deryaya Sor jî.
(last modified 2026-07-17T14:51:17+00:00 )
Tîrmeh 17, 2026 13:18 Asia/Tehran
  • Dûhatên êrişa ser Îranê wê bipekine Deryaya Sor jî

Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Dûhatên êrişa ser Îranê wê bipekine Deryaya Sor jî.

Sêrgêy Lavrov pêgîrî kir dewama qeyrana Tengava Hormizê bandora neyênî didane ser hatûçûna gemiyan û tiranzîta navnetewî û aboriya cîhanî. Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Em agirbesê û vegera rewşê bo demên berî şerrê li Tengava Hurmizê dixwezin. Eger ku operasiyonên leşkerî yên dijî Îranê bidomin, em ê bibînin ku dûhatên wê wê bipekin deryaya sor jî. Eger wiha be ne tenê bazara niftê, belke bazirganiya cîhanî jî dê rewşeke xirabtir biceribîne.