Xwepêşandaneke dije-sîyonîstî li Swêdê hat lidarxistin
Hezîran 28, 2026 17:03 Asia/Tehran
Bi sedan kes li Stokholma paytexta Swêdê wek nerazîtiya li hember êrişên Rejîma Sîyonîst li dijî Zîvala Xezzeyê, xwepêşandan pêk anîn.
Xwenîşanderan dijberîya xwe li hember operasyonên leşkerî yên Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê û binpêkirina agirbesê li vê navçeyê, ragihandin. Xwenîşanderan hin pankart ku hevokên mînanî "Zarok li Xezzeyê têne kuştin", "Dibistan û nexweşxane dikevin ber bombebaranê", "Êrişên ser Xezzeyê rawestînin" li ser wan hatibû nivîsîn, hilgirtibûn destê xwe. Neraziyan daxwaza rawestandina lezgîn a êrişan li dijî Xezzeyê kirin. Wan herwiha ji hikûmeta Swêdê xwestin ku firotina çekan ji Rejîma Sîyonîst ra rawestîne.
Serepeyv