Sibat 24, 2026 12:09 Asia/Tehran
  • Muhtemel e Inglîz jî li dijî Amerîkayê baca gumrikê kivş bike

Nivîsgeha serokwezîrtiya Inglîzê ragihand ku muhtemel e ew jî jibo tolhildanê li dijî Amerîkayê baca gumrikê kivş bikin.

Kiyêr Starmêr, Serokwezîrê Inglîzê ragihand ku bi dû sepandina baca gumrikê ya nû ya sedî 15 ê ji aliyê Amerîkayê ve, renge London jî li dijî Waşîngtonê bacên gumrikê yên nû kivş bike. Vê nivîsgehê tekez kir ku pîşesaziya Ingilîzê bi dû şerê bazirganiyê nîne, lewma Londonê bala xwe daye ser hevkariya avaker ya bi hevtayên xwe yên Amerîkî re. Roja Şemiyê Serokkomarê Amerîkayê, Donald Trump asta tarîfeyên cîhanî yên ku berê ji sedî 10ê rakir sedî 15ê.

Serepeyv