NY: 5 hezar filistînî li Rexê rpojavaya çemê Urdinê aware bûne
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY tekez kir ku êrişên bajaroknişînên siyonîst li Rexê Rojava çemê Urdinê bûne sedema awarebûna nêzîkî 5 hezar filistîniyan.
"Îstifan Ducarîk got: Êrişên bajaroknişînan li Rexê Rojava bûne sedema awarebûna 880 malbatên filistînî yanê zêdetirî 4 hezar û 700 kesan. Wî got ku em derbarê dewama tundûtûjî û kiryarên din ên hovane yên hêzên rejîma Siyonîst û bajaroknişînan ku bûne sedema kuştina mirovan, wêrankirina mal û milkan û awarebûna bi zorê li Rexê Rojava hişyariyê didin.
Ji aliyê din ve, Ajansa Alîkarî û Peydakirina Kar a NY ji bo awareyên filistînî(UNRWA) bal kişand ser dewama binpêkirina agirbesa Xezzeyê ji aliyê rejîma Siyonîst ve û tekez kir ku Xezze hewcey’ agirbesek rastîn e, ji ber ku ji dema pêkanîna agirbesê ve heta niha 601 filistînî li zîvala Xezzeyê şehîd bûne û hezar û 607 kesên din jî birîndar bûne.