Riswatiya Epstîn li Îngilîstanê berdewam e, karbidestek din îstifa kir
Sibat 13, 2026 18:47 Asia/Tehran
Sekreterê civata wezîran a Îngilîstanê piştî aloziya têkildarî Cêfrî Epstîn, wekî sêyemîn berpirsê hikûmî îstifa kir.
Di berdewamiya pêla riswatiyên doza Cêfrî Epstîn, sûcdarê destdirêjiya cinsî li Amerîkayê de, kabîneya Îngilîstanê roja Pêncşemê ragihand ku Kirîs Wormald, sekreterê civata wezîran, ji posta xwe îstifa kiriye.
Wormald sêyemîn karbidestê payebilind ê nêzîkî serokwezîrê Îngilîstanê, Kiyêr Starmer e ku di rojên derbasbûyî de ji ber têkiliya bi Cêfrî Epstîn re îstifa dike.