Cotmeh 17, 2025 18:28 Asia/Tehran

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî û Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) di daxuyaniyên cuda de gotin ku mirovên li Xezzeyê nikarin xwarinê bikirin, têkoşîna li dijî birçîbûnê li Xezzeyê dê dem bigire û banga vekirina hemî deriyên derbasbûnê yên ku ber bi herêma dorpêçkirî û wêrankirî ve diçin kirin da ku xwarina bi qasê têrê peyda bikin.

Ebîr Etîfe, berdevka Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî got: Rawestandina birçîbûna ku ji dawiya Tebaxê ve li hin deverên Zîvala Xezzeyê tê dîtin, dê dem bigire. Wê zêde kir: Niha pênc navendên me yên belavkirina xwarinê nêzîkî nifûsê hene û armanca me avakirina 145 navendan e. Ji dema destpêkirina agirbesê ve, rojane bi awayekî navgîn nêzîkî 560 ton xwarin derbasî Xezzeyê dibe, lê ev mîqdar hîn jî ji pêdiviyên nifûsa Zîvala Xezzeyê kêmtir e. Etîfe got: Em daxwaza vekirina deriyên bakur ên Zîvala Xezzeyê dikin da ku alîkarî derbasî vê zîvalê biine. Ajansa Alîkarî û Peydakirina Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên filistînî (UNRWA) jî li ser bihabûna xwarinê li Zîvala Xezzeyê ji ber wêrankirin û kontrolkirina erdên çandiniyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hişyarî da û got ku hema hema hemû erdên çandiniyê yên li Zîvala Xezzeyê wêran bûne an jî nayên kes nikare xwe bigihîne wan, ji ber vê yekê malbat bê dahat mane. UNRWA`yê destnîşan kir ku xelk nikarin ji bazarê xwarinê bikirin û ji bo baştirkirina pişka çandiniyê divê alîkarî bigihêje Xezzeyê. Nivîsgeha medyayê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê jî ragihand ku artêşa dagirker a siyonîst ji sedî 94`ê erdê çandiniyê wêran kiriye û zirûfa hilberînê ji 405 hezar tonî di salê de bi qasî 28 hezar tonî kêm kiriye û sektora çandiniyê di encama du salên jînûsayda Rejîma Siyonîst de 2.8 milyar dolar zirar dîtiye.

Serepeyv